Wezareta Karên Derve ya Îranê angaştên hevdîtina bi DYA’yê re derewand

Tahranê daxuyand ku di 24 rojên dawî de bi DYA’yê re tu têkilî nehatine danîn û angaşta Trump a "hevdîtinên erênî" red kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê angaştên ku dibêjin bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hevdîtin hatine kirin, derewand. Berdevkê wezaretê diyar kir ku di 24 rojên dawî de bi Washingtonê re tu têkilî çênebûye.

Ev daxuyandin wek bersivekê ji bo gotinên Serokê DYA’yê Donald Trump hat ku gotibû di navbera her du welatan de "hevdîtinên pir baş û berhemdar" pêk tên.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê; berdevk ragihand ku bi rêya hin welatên dost, DYA’yê daxwaza hevdîtinê ji bo qedandina şer gihandiye wan, lê Îranê heta niha bersiv nedaye van peyaman.